07 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku di têkoşîna li hember qeyrana penaberan de keştiyên NATOyê wê îro li behra Tirkiye û Yewnanîstanê de dest bi xebatên xwe bike.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Stoltenberg li Navenda Giştî ya NATOyê hatin bal hev. Piştî hevdîtinê Stoltenberg civîneke çapemeniyê li dar xist.
Stoltenberg got ku wan di civînê de behsa pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li ser sînorên başûr kirine û NATO her tim piştgiriyê dide Tirkiyeyê.
Stoltenberg wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ji 2 milyon û nîvan zêdetir penaber heye. NATO çi dikeve li ser mile wî dike. Me biryar da ku em keştiyan bişînin behra Egeyê. Keştiyên me agahiyan berhev dike û kontrolan dike. Me biryar da ku dawiya hefteyê ji bo çareserkirina qeyrana penaberan em hewlên xwe zêde bikin. Em li avên herêmê qada xebatên xwe firehtir dikin û NATO îro li behra Egeyê dest bi xebatên xwe dike. Ez spasiya Tirkiye û Yewnanîstanê dikim ku wan hewl da ku ev biryar bikeve rewacê. Keştiyên NATOyê wê li hember qaçaxçitiya mirovan bibe asteng."