Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Tirkiyeyê ji nîvî zêdetir kurmikên qozeyan li Qulpa navçeya Diyarbekirê tên xwedîkirin.
Navçe di heyama Osmaniyan da yek ji navendên hevrîşim lê dihat çêkirin bû û ji wê rojê heta niha navçe di vê qadê da serkeftina xwe didomîne.
Di qada xwedîkirina kurmê qozayan da berê bajarê Bursayê yekemîn bû lê Qulp bi saya teşwîq û piştgiriya dewletê ew unwan jê hilda. Li navçeyê nêzî 800 malbat debara xwe bi xwedîkirina kurmikên qozayan va dikin û salê nêzî 50 hezar kîlogram qoze tên berhevkirin û jê bi qasî 5 hezar kîlogram jî hevrîşima xam dertê.
Tayên ku li Taxa Agaçliyê di fabriqeya tayê hevrîşimê da tên çêkirin û ji wan bi keda destan û roniya çavan va jê şalgerdan, qirewat, fular û şalpe tên çêkirin.
Qaymeqamê Qulpê Fatîh Dulgeroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji heyama Osmaniyan heta niha Qulp navenda hevrîşimê ye.
Dulgeroglu diyar kir ku li navçeyê tesîseke ku ji qozeyan tayê hevrîşimê derdixe heye û li wir jî 37 kes dixebitin û wiha pê da çû: "Di tesîsê da salê bi qasî 50 hezar kîlo qoze tên û ji wan jî bi qasî 5 hezar kîlogram hevrîşima xam dertê. Em dixwazin di demeke kurt da li herêmê vê potansiyelê zêde bikin û bala zêdetir welatiyên me bidin ser vê bazarê.
- "Ji deriyên debarê yek e"
Dulgeroglu destnîşan kir ku di vê qadê da Wezareta Çandinî û Daristanê piştevaniyeke girîng dide û wiha dewam kir: "Li navçeya me ji 800î zêdetir malbat bi vî karî ra eleqedar in. Yanê xwedîkirina kurmikên qozeyan li navçeyê ji deriyên debarê yek e. Dema projeyên me biçin serî wê li herêmê xwedîkirina kurmê qozeyan zêdetir bibe."
Midûrê Midûriyeta Wezareta Çand û Daristanê yê Navçeya Qulpê Cîhan Gureş diyar kir ku ev kar bi salan e li navçeyê tê kirin û bi taybetî jî 32 gundên li ber palên çiya ev kar tê kirin.
- "Li Tirkiyeyê di rêza ewil da ye"
Gureş ragihand ku ji bo kîloya qozeyan 55 lire piştevanî tê dayîn û wiha dewam kir: "Niha nêzî 20 dezgehên me hene û bi li ser wan tişt tên çêkirin. Ezep û zewicî ferq nake ji xwe ra tên û dixebitin û pişgiriyê didin malbata xwe. Em qozeyên ku distînin ewilî wan ziwa (hişk) dikin. Piştî çend merheleyan wan ji wan şalgerdan, qerewat û tiştên din çêdikin. Berhemên me ji sedî sed hevrîşim in. Lazim e ev herêm bi terorê neyê zanîn. Em dixwazin navçeya Pasûrê bi hevrîşimê bê zanîn. Di vê mijarê da navçeya me li Tirkiyeyê di rêza ewil da ye."
Tacettîn Baranê ku li navçeyê di tesîsa hevrîşimê da dixebite û 4 zarokên wî hene jî got: "Ev 5 sal e ku ez li vê derê dixebitim. Berê em diçûn xerîbiyê û li wan deran dixebitîn. Niha naçim li gundê xwe nav zarokê li cem xizm û eqrebayên xwe me û karê xwe li vir dikim."
Vesîle Guzelê jî diyar kir ku ew ji karê xwe razî ye û wiha domand: "Berî ku em dest bi xebatê bikin karên hewce dikirin hînî me kirin. Lazim e ev kar dewam bike û em dixwazin bila pişgiriyê bidin vî karî."