Türkan Tosun
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê sîsarkê reş ê ku wek çûkê herî mezin yê Tirkiyeyê tê zanîn, hat dîtin. Dîmenê sîsarkê reş û hêlîna wî hat kişandin.
Bi piştgiriya Projeya Xeta Boriyê ya Xaza Siruştî ya Anadolu Transê (TANAP) li Herêma Rojhilatê Anadoluyê xebatek bi navê "Projeya Parastina Curbicuriya Biyo ya Bakurê Rojhilatê Anadoluyê" tê meşandin.
Di çarçoveya vê xebatê da li Sariqamîşê dîmenên sîsarkê reş hatin qeydkirin.
Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Xwezaya Bakur Emrah Çoban ji nûçegihanê AAyê ra got TANAP li cihên ku xetên wê derbas dibin piştgiriyê dide xebatên hawirdor û civakî.
Çoban got wan jî ji bo "Projeya Parastina Curbicuriyabiyo ya Bakurê Rojhilatê Anadoluyê" serî li TANAPê daye û piştî projeya wan hatiye qebûlkirin wan dest bi xebatên xwe kiriye.
Çoban anî ziman ew li ser hewyanan û dewlemendiya herêmê dixebitin û wiha dewam kir: "Li daristanên Sariqamîşê em rastî hêlîna sîsarkê reş ê wekî çûkê herî mezin yê Tirkiyeyê tê zanîn, hatin. Me cotbûna wan qeyd kir. Niha di hêlînê da çêlikek heye, em li bendê ne ew 2 hefte şûn da firê keve."
Çoban got ew di xebatên xwe de hewl didin gur, hirç, werşeq û heywanên din ên li herêmê dijîn bên parastin, herêm ji hêla ekoturîzmê va pêş va here.