05 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 2 leşker şehîd bûn.
Li gorî agahiya ku ji Walîtiyê hat wergirtin, li hawirdora Çukurcayê operasyona "Şehîd Serçawişê Tenduristiyê Mekan Şahîn" ku di sewq û îdareya Fermandariya Tumena Peyadeyan a 3yemîn da ye û Tugaya Komandoyan a 1emîn, Tugaya Hidûd a 2yemîn, yekîneyên tevgera taybet a cendirmeyan, hêzên asîmanî, yekîneyên asîmangeriya bejahî û topavêj beşdar in, berdewam e.
Di operasyonê da digel terorîstan pevçûn qewimî û di encamê da 2 esker şehîd ketin.
Li deverê di stargeha mensûbên rêxistinê da gelek çek û cebilxane, zad, alavên tibî, sotemenî, jenerator, aku û alavên teqemeniyan hatin qefaltin.