28 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
ANKARA
Li giştiyê welêt di operasyonên navbera 21-28ê gulanê de jê 3 qaşo payebilind, 42 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va 1483 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê 145, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorê DEAŞê ra 33, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 545, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çepgir da jî 7 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da 730 ji ber sûcên terorê, 75 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 204 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 9 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 21 jê kuştî, 6 jê sax û 15 jê jî teslimbûyî bi tevahî 42 terorîst hatin berterefkirin.
Di nav terorîstên ku hatin berterefkirin de jê 3 qaşo kesên payebilind in, navê wan di lîsteya gewr a terorê de heye. Hat ragihandin ev kes Zeynal Kuçukê navê wî yê kod "Şevger" e, Fuat Akkayayê ku navê wî yê kod "Fuat Fîkrî" ye û Adnan Çelikê ku navê wî yê kod "Kendal" e.
Di operasyonên li Bidlîs, Sêrt, Tuncelî, Diyarbekir û Qersê da 11 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 22 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin teqandin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 268 kîlogram madeya teqînê, 18 bombeyên destan, du jê fuze û 18 jê giran 29 çek û 3 hezar û 541muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 380 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 868 kîlogram esrar, 349 kîlogram eroîn, 2,24 kîlogram kokaîn, 1,5 kîlogram benîştê afyonê, 5,3 kîko bonzaî, 3,2 kîlogram metamfetamîn, 20 hezar û 239 hebên ectasy, 239 captagon, 7 hezar û 109 eczaya sentetîk, 142 hezar û 355 serî kirkirk, 459 hezar û 737 pakêt cixareyên qaçax û 57 ton û 379 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
484 şikbar di operasyonan de hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 651 jê li ser behrê bi tevahî 4 hezar û 633 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 97 kes hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî sûcên sîber
Li ser medyaya civakî hesabên ku propagandaya rêxistinên terorê FETO/PDY, PKK/TAK, DEAŞê dikin, nefret û bêtifaqiyê dixin nav gel jî hatin şopandin. Der barê 754 hesaban û 420 kesan de jî bi qanûnî xebat hat destpêkirin.