Ekip
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
KUTAHYA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kutahyayê di Kongreya Asayî ya 6emîn ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir em ji têkoşîna xwe ya îstiqlal û îstiqbalê dev bernadin û wiha peyivî: "Gelê Tirk azan, ala, welat û dewleta xwe wekî bawerî û sembolên wê dibîne û ji bona wan canê xwe feda dike. Niha jî bi gefa 'em ê şehîdan bidin' dixwazin em ji têkoşîna xwe ya îstiqlal û îstiqbalê dev berdin. Deynê me ye em bi wan kesan bidin nîşandan ku xelet in."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan destnîşan kir li Sûriyeyê navê rêxistina terorê diguherînin û wiha got: "Kesên ku li Sûriyeyê lîstikeke li gor xwe amade dikin û navê rêxistina terorê diguherînin tu dibê qurnaziyê dikin. Li gor me bi kîjan navî dibe bira bibe navê organîzasyona ku ji terorîstan pêk tê rêxistina terorê ye. Nizam Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, nizam artêşa sînor, ew jî nebû mihafizên sînor, nizam ewlekariya navxweyî ava dikin, hûn kê dixapînin yaw. Navê vê rêxistinê PKK ye, navê vê rêxistinê PYD ye û YPG ye."
Serokomar Erdogan bal kişand ser operasyona Efrînê û wiha got: "Operasyona Efrînê li qadê bi fiîlî dest pê kiriye. Piştî vê jî Minbicê were."
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Madem sozên ku ji bo Minbicê dan me hetanî niha nehatin girtin, wê çaxê heqê tu kesî tune ku li ser tiştê divê em bikin, biaxive."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Bawer im dema qala Tirkan tê kirin FETOya şebekeya bêbext û bêşexsiyet ya ku mezin kirine û elemanên wê tên bîra wan. Dema qala şirîkan tê kirin PKKya ji artêşa kujeran pêk tê û dikarin biemilînin tê bîra wan. Mereq nekin wê fêm bikin baweriya bi rêxistinên terorê çiqasî xelet e. Wê fêr bibin ku li herêmê ji xeynî Tirkiyeyê şirîkekî ku pê ra bixebitin tuneye."
Serokomar Erdogan wiha got: "Ew PKKya ku di nav lîsteya rêxistinên terorê ya Amerîka û Ewropayê da ye heye ya li Sûriyeyê ya ku pê ra radibin û rûdinên ew rêxistin bi xwe ye. Ew jî bi vê rastiyê baş zanin lê ji bo ku çar aliyê dinyayê bixapînin çiv û qewsan didin xwe. Dema vê dikin jî her dim dikevin nav nakokiyan. Ji wan yek dibêje 'emê artêşê ava bikin' yê din dibêje 'tu carî armanceke me ya wiha tuneye' dîsa ji wan yek radibe dibêje 'emê hêza parêzvanên sînor ava bikin', hê jî ev mesele zelal nebûya niha jî rêxistinbûneke ewlehiya navxweyî derketiye holê. Haya vana ji hev tuneye, dema yek ji wan tiştekî dibêje haya ya yê din jê tuneye û wî seh nekiriye û ew jî bi awayekî din li defê dixe."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha peyivî: "Ez ji we ra bibêjim kî li Sûriyeyê dagirker in? Hemû kesên ku guh nadin zarok, jin, kal û pîran gelê Sûriyeyê dikujin dagirker in. Kêmzêde milyonek gelê Sûriyeyê hatiye kuştin, ma ji kujeran mezintir dagirker heye?
Emê vê rêxistina terorê ya gemarok a ku heta sînorê me yê Iraqê dixwaze welatê me dagir bike, paqij bikin. Ez li vê derê dixwazim bi taybetî binê xalekê xêz bikim. Li dijî serxwebûn û pêşerojeke çêtir, daxwazên demokratîk ên gelê Sûriyeyê tu fikreke me ya menfûr tuneye. Berevajiyê vê em niha ji bo ewlehî, hizûr û pêşeroja 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî yên em diezimîn û bi qasî 13 milyon xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî yên din ku li hêviya me ne bikaribin vegerin ser mal û milkên xwe yên jê veqetîne, gavan diavêjin û bi vê armancê hewl didin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan wiha got: "Ey feto tu yê heta kîngê birevî? Ev Amerîka wê heta kîngê te xweyî bike? Heta demekê wê te xweyî bikin û paşê wekî mendîleke qirêj te biavêjin. Wê bibêjin te 'ma em ê bi te re mijûl bin her dem.' Ew roj nêzîk in. Em ê van bibînin."