Elif Orhan
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
ANKARA
Sererkan Orgeneral Yaşar Guler ji fermandarên yekîneyên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê peywirdar in brîfîng sitand.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn Orgeneral Guler bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar re îro li yekîne û baregehên ki herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê de peywirdar ên li herêmên Gazîentab, Kilîs û Hatayê lêkolîn û kontrol kirin.
Guler li cihên fermandariyê bi fermandarên yekîneyan û personelan re hat bal hev û ji fermandarên li Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê peywirdar brîfîng sitand. Yaşar Guler dîrektîfên xwe jî dan fermandaran.