15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
BATMAN
Terorîstekî hat tesbîtkirin ji bo li dijî rayedarên payebilind çalakiyan bike hatiye Batmanê bi otostopê li wesayîtekê siwar bû û hat girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr îxbar hildan ku terorîstekî bi rêyên dereqanûnî derbas Tirkiyeyê bûye amadehiyan dike ku êrîşî rêvebirên payebilind ên li Batmanê bike, li ser vê ekîban dest bi xebatan kirin.
Ekîban îxbar hildan ku terorîst li bi otostopê li wesayîtekê siwar bû û ber bi Qozlukê kete rê, li ser vê li tanga gundê Tuzlagoziyê wesayît dan sekinandin.
Di lêgerîna wesayîtê da kesekî nasnameya wî tune û tevgerên wî şikbar in hat dîtin û ekîb li ser û gohên wî geriyan. Di lêgerînê da debançeyek û bombeyeke destan hat girtin.
Cendirmeyan kesê şikbar binçav kir. Hat tesbîtkirin ku ev kesa Saît Îlmîn e û bi navê "Rojhat" tê zanîn û ji bo êrîşî rayedarên payebilind ên bajêr bike bi rêyên dereqanûnî debasî welêt bûye.
Karûbarên fermî yên terorîstê ku tê gotin merivekî nêzî Duran Kalkanê ji serkeşên rêxistina terorê ye dewam dikin.