Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ORDU
Paleyên demsalî yên ku ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo berhevkirina findiqan derbasî Orduyê bûn hêvî dikin ku ber û bereketa findiqan îsal zêde be.
Li bajêr hindik maye ku dema berhevkirina findiqan dest pê bike û ji ber vê jî paleyên demsalî jî berê xwe dan Orduyê û li deverên Walîtiyê ji bo wan kifş kiriye konên xwe vedigrin.
Deverên li navçeyê Altinordu, Fatsa, Perşembe û Unyeyê ji bo pale û malbatên wan hatibûn cihêkirin tijî jî bûn. Di 29ê tîrmehê da wê berhevkirina findiqan dest pê bike û paleyên demsalî ji bo îsal hêvîdar in.
Li devera bicihbûnê ya ku li Taxa Saraycik a ser navçeya Altinorduyê hatiye avakirin jin li ser sêlê nan lê dixin û ciwan jî konên ku wê tê da bimînin vedigrin. Mezinên malbatan jî bi kesên ku findiqên xwe wê bidin berhevkirin ra li ser şert û mercên xebatê hevdîtinan dikin.
Ji paleyan Ugur Demirê ku ji Rihayê hatiye bajêr daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew bajar bi bajar digerin û bi paletiyê debara xwe dikin.
Demir destnîşan kir ku ew bi qasî 15 salan e tên herêmê û wiha pê da çû: "Ez ji zarokatiya xwe vir va vî karî dikim. Ev du sê sal in jî ez li herêmên findiq tên berhevkirin çawîştiyê dikim. Di vê heyamê da ji bo paletiyê min bi qasî 150 kes anîn Orduyê. Înşellah ez ê ji van kesan ra li vê derê kar bibînim."
Alî Turbayê ku ji heman bajarî hatibû jî diyar kir ku niha ji bo wan hemû derfet tên pêşkêşkirin lê bi tenê di qada avê da kêmasiya wan heye û wiha pê da çû: "Me ji bo wê kêmasiyê jî xeber da rayedaran. Înşallah wê di demeke kurt da ew pirsgirêka me ya avê jî çareser bibe. Em ji vê heyamê hêvîdar in û herî kêm bi qasî mehekê em ê findiqan berhev bikin."
Xwendekarê zanîngehê Azîz Demir jî ji bo piştgiriya malbata xwe bike di şûna tetîlê da wek pale hatiye bajêr û ji bo xercaneyê xwe wê bixebite.
- "Ji bo paleyan me deverên modern ava kirin"
Waliyê Orduyê Seddar Yavuz ragihand ku ji bo paleyên demsalî wan ji bo starbûnê deverên modern ava kirin.
Yavuz di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji bo paleyên demsalî yên di dema berhevkirina findiqan da tên bajêr rihet bikin hemû amadehiyên temam kirin û wiha pê da çû: "Me ji bo paleyên ku tên bajêr deverên modern ava kirin."