Fatih Gazioğlu
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê qefleya ewil a heciyan ber bi axa pîroz ve birêket.
Ji bo 48 kesên ku wê biçin axa pîroz li deriyê Mizgefta Uluyê ya Navendî merasim hat lidarxistin.
Qefleya hecê ya ewil piştî xwendina Qûrana Pîroz birêket.
Qaymeqamê navçeyê Kadîr Perçî axaftinek kir û got ku Xwedê vê wezîfeyê nesîbê hemû misilmanan bike û wiha axivî:
"Xwedê rêya hemû namzedên me yên ku wê biçin axa pîroz, veke. Ser xêrê be. Xwedê alîkarê wan bibe. Bila diayên xwe da me jî ji bîr nekin."
Di merasimê da hin namdên hecê û xizmên wan giriyan.