04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
Serokwezîr Yildirim got, "Bira her kes vê baş bizanibe ku ji bo rêxistina terorê welatiyên me yên kurd derd nîne. Pirsgirêk pirsgirêka kurdan ya rêxistina terorê ye, pirsgirêka PKKê ye."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku ji bo Tirkiyeyê destûreke bingehîn a teze lazim e û wiha got: "Em di destûra bingehîn a teze da pergala serokatiyê û serokomarê ji partiyê bînin û êdî vê tevlihevî û nakokiyê ji holê rakin."
Serokwezîr Yildirim: "Li Almanyayê biryarek hat dayîn. Parlementoya Almanyayê îmzeya xwe avêt binî derewekê. Ew derew çi ye? Bila ew kesên ku dixwazin bûyera koçê ya sed sal berê di nav şert û mercên Şerê Yekemîn ê Dinyayê da li her derê qewimiye ku îro wek jenosîd derdixin pêşiya me bila baş bizanibin ku Tirkiye bi dîroka xwe û miletê xwe serbilind e. Dema em qeydên kevn vebikin, li defterên berê binihêrin wê bê dîtin ku di nav wan qeydan da ya ku qeydên wî herî hindik e Tirkiye ye."
Serokwezîr Yildirim got, "Remezana bimbarek hat. Li hin gundên me mela tunin. Me îro telîmat da Wezîrê me yê Maliyeyê û îmze avêt, 5 hezar mela yê bên wezîfedarkirin."