Türkan Tosun
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ŞANLIURFA
Penaberên ji Tel Ebyada Sûriyeyê ji ber zilma YPG/PKKya rêxistina terorê reviyane û xwe spartine Tirkiyeyê, bi hêvî li bendê ne ku axa wan jî ji terorê bê paqijkirin.
Gelek penaberên ji Tel Ebyada navçeya Reqayê reviyane û niha li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di konbajarê de dijîn li ber xwe dikevin ku nikarin veregin axa xwe.
Welatiyên ji Sûriyeyê pir kêfxweş in ku Artêşa Tirkiyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê Efrîn xilas kir û bi hêvî li bendê ne ku Tel Ebyad jî ji terorê bê paqijkirin.
Mexdûrên terorê dibêjin heke YPG/PKKa rêxistina terorê ji Tel Ebyadê bê paqijkirin, ewê vegerin malên xwe.
- Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji bo wan bû hêvî
Eymen el-Îsawiyê ku li konbajarê mamostetiyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî li welatê xwe sê salan mamostetî kiriye, lê dema Tel Ebyad hatiye dagirkirin ew bi malbata xwe va hatiye Tirkiyeyê.
Îsawî got li konbajarê ew baş tên xwedîkirin, lê dîsa jî ew dixazin vegerin welatê xwe.
Gulsum Ferhan Îcmalî jî got ew sê sal berê bi malbata xwe va hatiye Tirkiyeyê û hewl dide ku di konbajarê de jiyana xwe bidomîne.
Îcmaliyê got ew ducanî ye, lê dixwaze dergûşa wê li welatê wan bê dinyayê.