Haydar Şahin
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
EDIRNE
- Biyar hat dayîn ku girtîbûna 2 leşkerên Yewnanistanê yên ku li Edirneyê derbasî herêma leşkerî ya qedexekirî bibûn û hatibûn derdestkirin dewam bike.
Ekîbên Fermandariya Lîwaya Piyedayan a Mekanîze ya 54an di dema dewriyeyê da li nêzî Pazarkuleyê Aggelos Mîtretodîs û Dîmîtros Kouklatzisê leşkerên Yewnanistanê di 1ê adarê da binçav kiribûn. Herdu leşkerên Artêşa Yewnanistanê hatibûn girtin. Dadgeha Cazeyê Silhê ya 2yan mijara girtîbûna herdu leşkeran nirxand.
Hakan Yalçintug û Selîn Ozela parêzerên leşkerên artêşa Yewnanistanê di rûniştinê da xwestin ku leşker werin berdan.
Hakimtiyê di rûniştinê da got ku delîl nîşan didin van leşkeran sûc kirine, li Tirkiyeyê navnîşana wan a eşkere tune, dema serbest werin berdan dibe ku birevin û ji ber vê jî bira girtî bimînin.
- Bûyer
Li Edirneyê ekîbên Fermandariya Lîwaya Piyedayan a Mekanîze ya 54an di dema dewriyeyê da li nêzî Pazarkuleyê teymenek û çawîşekî leşkerên Yewnanistanê di 1ê adarê da di herêma leşkerî ya qedexekirî da derdest kiribûn. Ekîban dest dabûn ser sîlahên wan û herdu leşker teslîmî Fermandariya Cendirmeyên Edirneyê kiribûn.
Karûbarên li fermandariya cendirmeyan ên herdu leşkeran hatibûn temamkirin û sewqî dadgehê kiribûn. Piştî karûbarên îfadehildanê herdu leşker bi hinceta "teşebisa sîxuriya leşkerî" û "Ketina herêma qedexekirî ya leşkerî" hatibûn girtin.
Herdu leşkeran di îfadeyên xwe da gotibûn ku rêça lingan teqîb kirine di wê demê da derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne, dîmenên di têlefonên xwe da jî ji bo ku ji fermandarên xwe ra bişînin kişandine.