Sevim Hatun
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
ADIYAMAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Adiyamanê di merasima vebûnê ya komî de xîtabê welatiyan kir got: "Ez tenê ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine AK Partiyê naxwazim di heman demê de ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine Partiya Herekata Miletperwer, ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine Partiya Gel a Komarê û HDPyê jî dixwazim. Li bendê me ku hemû welatiyên min ji sîstema serokomariyê re bibêjin 'erê.' Ev reformeke cuda ye, em ê hemû li vir kombibin û bibine yek. Lewra ev sîstem ne tenê ji bo vê û wê partiyê ji bo vî şexsê ye, ev ji bo paşeroja 80 milyonî ye."
- Dixwazin bi agahiyên şaş mêjiyê miletê tev li hev bikin
Serokomar Erdogan got ku ew dixwaze bi taybetî vê xalê diyar bike û wiha axivî:
"Mixalefetê ji ber ku rengê sadiqan dîye, di şûna ku ji miletê me ra qala têzên xwe bike, hewl dide ku bi agahiyên çewt û şaş mêjiyê miletê me tev li hev bike. Ji ber ku nikarin sedema sekna xwe ya li hemberî sîstema serokomariyê rave bikin, hewl didin ku miletê me ji hev du dûrbixin û bala wê bikşînin ser nîqaşên rejimê."
-Ev sîstem ji bo pêşeroja 80 milyonî ye
Serokomar Erdogan da zanîn ku ev sîstem ne tenê ji bo vê û wê partiyê ji bo vî şexsê ye, ev ji bo paşeroja 80 milyonî ye û wiha dewam kir:
"Ez tenê ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine AK Partiyê naxwazim di heman demê de ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine Partiya Herekata Miletperwer, ji welatiyên xwe yên ku ji dil piştgiriyê didine Partiya Gel a Komarê û HDPyê jî dixwazim. Li bendê me ku hemû welatiyên min ji sîstema serokomariyê re bibêjin 'erê.' Ev reformeke cuda ye, em ê hemû li vir kombibin û bibine yek. Lewra ev sîstem ne tenê ji bo vê û wê partiyê ji bo vî şexsê ye, ev ji bo paşeroja 80 milyonî ye."