09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Diyarbekirê Muhammed Akar got, "Xelkê Diyarbekirê û yê herêmê li hêviyê bûn ku qeyûm bên tayînkirin. Ji ber ku şaredarî dezgeha xizmetê ye. Ev demeke dirêj e ku van merivan şaredarî bi rê va dibirin. Mixabin butçeyên ku divê bona xizmeta gel bihatana emilandin, ji rêxistinê ra hatine şandin"
Akar li Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya partiya xwe daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku ew digel 2 parlementeran wekî mêvanê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê li Finlandiya û Norwecê digel dîplomat, siyasetmedar, çapemenî û xelkê civiyan û der heqê PKK, hewldana derbeya FETOyê û pergala serokatiyê da agahî da.
Akar destnîşan kir ku li Ewropayê der barê rêxistina terorê PKK, hewldana derbeya FETOyê û pergala serokatiyê da xebateke neyênî tê meşandin û wiha got, "Hişê însanan di vê mijarê da tevlihev e. Wext wextî di çapemeniya Ewropayê da jî manşetên negatîf reng vedidin. Me li Norwec û Finlandiyayê civîn pêk anîn ku qala van mijaran bikin û xebatên lobiyê bikin."
- "Me qala rûyê rêxistina terorê yê bixwîn kir"
Akar bal kişand ku wî wekî serokê parêzgeha Diyarbekirê der barê êrîşên PKKyê yên li herêmê da kesên beşdarbûyî agahdar kirin û wiha pê da çû:
"Li Ewropayê her çend PKK wek rêxistina terorê were qebûlkirin û ev were gotin jî em dibînin ku di pratîkê da wisa nîne. Mixabin hin welatên Ewropayê rêxistina terorê û rêvebirên wê hîmaye dikin. Ez hiqûqzan im. Me jî ji wan xwest ku li gor peymanên navneteweyî ku welatên Ewropayê mohr kirin, rêvebirên rêxistina terorê hîmaye nekin, wan teslîmî Tirkiyeyê bikin û fealiyetên wan asteng bikin. Me got ku divê ev neyên hîmayekirin û îadeyî Tirkiyeyê bikin."
Akar diyar kir, bernameyên ku ew dikin, ji aliyê alîgirên rêxistina terorê va tên astengkirin û wiha got:
"Digel hewildanên rêxistina terorê me bernameya xwe çêkir. Li hin deran bi zextên rêxistina terorê ji bo ewlehiyê civînên hevalên me yên ku behsa tezên Tirkiyeyê dikirin, hatin betalkirin. Me dît ku rêxistinên terorê û alîgirên wan pir eşkere li Ewropayê fealiyetan dikin. Alîgirên rêxistinê xebatên me jî sabote kirin. Di vê welatên Ewropayê destûr nedana ku van rêxistinên terorê êrîşî azadiya gotinê bikirana."
- "Ewropa li berevajiyê nirxên xwe tev digere"
Akar got ku bi xwe li Ewropayê bûn û li Diyarbekirê bi bombeyê êrîş hat kirin û wiha pêda çû: "Li Wê derê 8 kes şehît bûn. Ji 100î zêdetir kes birîndar bûn. Gelek xanî û dikanan zirar dît. Mixabin ji bo tiştên ku em hewl didin qalê bikin bû mînakeke bijan. Eva êrîşa jî bi awayekî bêdeng hat şermezarkirin. Di nûçeya Reutersê da xebitîn ku PKKê derxin paqijiyê. Min li ser Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, krîterên Kopenhagê, seneda dawîn a Helsînkiyê, şertên Parîsê lêkolîn kir. Ewropa li berevajiyê nirxên xwe tev digere û van îxlal dike."
- "Hêviya civaka Tirkiyeyê Serokati ye"
Serokê AK Partiyê yê Diyarbekirê Akar diyar kir ku li rojavayê der barê sîstema Serokatiyê da nêrîneke şaş heye û wiha got: "Em xebitîn ku vê nêrîna şaş ji holê rakin. Me ya rastî ev guherîna sîstemê ye û hêviya bingeh a civaka Tirkiyeyê ye. Me got ku sîstema Serokatiyê hêviya gelê Tirkiyeyê ye ji bo qezencên demokratîk bibin mayînde lazim e. Me îfade kir ku eva sîstema ew ê Tirkiyeyê ji aliyê aborî, siyasî û civakî hêzdar bike."
Akar destnîşan kir ku welatên Ewropayê hewla derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmehê jî hê tam fehm nekiriye û wiha pê da çû: "Welatên Ewropayê hewla derbeyê demildest şermezar nekirin û demekê sekinîn û helwesteke dualî nîşan dan em ji ber vê xemgîn bibûn. Me ji wan ra qalê kir ku FETOyê li dijî îqtidara demokratîk a meşrû ya Tirkiyeyê û gelê me rabû ku deryayeke bixun bike."
Akar diyar kir ku êdî tirkên li Ewropayê jixwebawer in û wiha got: "Di salên 1990î da nûnerên Ewropayê wekî mifetişan dihatin û hesab dipirsîn. Niha jî em diçin Ewropayê hesab dipirsin. Em hesabê penaberên ku di Behra Sipî da xeniqîn, dijîtiya Îslamê alîkariya ji bo rêxistinên terorê dipirsin. Ev bi sekna Serokomar Erdogan çêbû. Welatiyên me yên li Ewropayê jixwebawer in."
- "Personel û xelk ji qeyuman kêfxweş in"
Akar der barê wezîfedarkirina li Şaredariya Mezin a Diyarbekirê da jî wiha got: "Xelkê Diyarbekirê û herêmê hêvî dikirin ku qeyum bên tayînkirin. Lewra şaredarî ciyê xizmetê ne. Mixabin butçeya ku ji bo gel divê bihata xerckirin pêşkêşî rêxistinê kirine. Wesaîtên ku divê ji bo xizmeta gel bixebitin di kolandina xendekan da hatin emilandin. Personel û xelk ji qeyuman kêfxweş in. Divê sazî û pere ji bo xelkê bên emilandin."
- Girtina siyasetmedarên HDPyî
Akar der barê girtina hin siyasetmedarên HDPyî da daxuyanî da û got: "Em xwedî wê fikra li siyasetmedaran ceza bibirin nînin. Lê ew kesên ku têkîliya wan û rêxistina terorê hebe û bibêjin me pişta xwe spartiye PKK û PYDê, terorîstan hembêz bikin, biçin serxweşiya êrîşkarê xwekujiyê ku Enqere kir gola xwînê divê li welatekî demokratîk nebin xwediyê derfetên siyasetkirinê. Ji hêla gel va wezîfeyek ji bo van kesan hat tayînkirin lê wan ev yek di hin qadên din da nirxandin. Tirkiye dewleteka hiqûqî ye û destûrê nade tiştên wiha. Ev ne heyfhildaneke siyasî ye. Xwezî evan siyasetmedarên hanê di şûna ku pişta xwe dispartin rêxistina terorê bispartina gel. Ez hêvî dikim ku kesên xwedî eqlê selîm ên di nav HDPê da ne jî dengê xwe bilind bikin."
Zirar û ziyana esnaf û welatiyan wê bê telafîkirin.
Akar ragihand ku ji ber êrîşa terorê ew zirar û ziyana ku gihîşt esnaf û welatiyan wê ji hêla dewletê va bê telafîkirin.