İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê nêzî mehekê ye berf dibare û hewa sar e. Berf ji bo gelek kesên bêkar bû deriyê debarê.
Li navçeyê qalindahiya berfê cî bi cî 3 mêtre ye û kesên tu karî nakin rojê 100-150 lireyî berfa ser baniyên mal û kargehan davêjin û pere qezenc dikin.
Huseyîn Bîter daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew zivistanê "perê nanê xwe ji berfê derdixe".
Bîter diyar kir ku ew berfê davêje û pê debara mala xwe dike û wiha dewam kir, "Avêtina berfa ser baniyên mal û kargehan karekî zehmet e. Carinan berf dibare û ez mecbûrî di bin berfê da dixebitim. Carinan jî hewa pir sar dibe. Wexta ku destiyê bêrê digrim destê min dicemide."
Bîter got ku du zarokên wî di zanîngehê da dixwînin û ew bi perê qezenc dike va him pêdiviyên zarokan pêk tîne him pê debara malê dike.
Bariş Oztoprak jî got ku îsal berf zehf barî û ew zivistanê bi avêtina berfê va pere qezenc dike.
Oztoprak diyar kir ku avêtina berfê zehmet e û wiha dewam kir, "Li navçeyê nêzî mehekê berf barî. Li ser baniyên mal û kargehan nêzî 3 mêtreyî berf heye. Ez herî zêde berfa ser malên bê çatî davêjim. Rojê 100-150 lireyî qezenc dikim. Karekî hêsan nîne, lê mecbûr dikim."