02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê duh berf barî, îro jî berfa ku barî qerimî û cemed girt.
Li gor agahiya ku ji 12emîn û 13emîn midûriyên herêmê yên meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa ewrsayî û li bakur û bakurrojhilata herêmê wê ewrayî be.
Bi taybetî jî li herêmê serê sibê qerm û cemedê çêbibe, nav rojê jî germahî wê normalîze bibe.
Li gor texmînê li giştiyê herêmê bi şev 3 an jî 6 pile germê bikeve.
Bi şev germahî li Tuncelî û Ezircanê 2 pile, li Îdirê 3 pile, li bajarên din di bin sifirê da li Agiriyê 3, Erziromê 5, Erdexanê 6, Qersê 10 pile hat pîvan.
Nav rojê germahî wê li Qers û Erdexanê sifir, li Erziromê 3, Agiriyê 4, Îdirê 5, Ezircanê 7, Tunceliyê 9 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 25, Qersê 6, Erziromê 7 santên hat pîvan.
Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan welatiyan ku ji bo qerm û cemedê tevdîra xwe hildin.