21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Osman Çelebiyê ku bi kurê xwe yê 24 salî û cîranên xwe ve şeva hewldana derbeyê ya FETOyê çûbû pireya Bogazîçiyê ji nûçegihanê AAyê re behsa wê şevê kir.
Çelebî got ku ew di bankeyekê de revebir e û wê şevê ji çoka xwe birîndar bûye û wiha axivî: "Dema nimêja mexrebê hevalekî min her tim telefona xwe dinêhêrî ez li wî hêrs bûm, lê ji min re got ku 'bira îxtilal çêbû'. Paşê em axivîn ku ka em dikarin çi bikin. Mala me nêzîkî pireya Bogazîçiyê ye. Em 5 û 6 heval bi hev re çûn li ser pirê û dema ku me dît tank hene em pir aciz bûn. Paşê qasî 75 kes hatin û me dît ku tank hin otobêsan diperçiqînin. Paşê dengê çekan hat. Li der û dora me gelek mirî û birîndar hebûn û me ew birin ambulansan."
- "Dema me nivêj dikir gule berdan"
Çelebî daxuyand ku wekî li ser pirê wan nivêj dikir jî leşker dîsa gule berdane wan û wiha axivî: "Li pêş çavê min meriv ketin erdê. Lingê min diêşiya û ez reviyam. Wê çaxê yekî gote min ji lingê te xwîn tê. Min dît ku pantorê min diriyaye û hingî min zanî ku perçeyekî şarapnelê lingê min ketiye û kun kiriye. Gelek xwîn jê hat û min ji wesayîtekê arîkarî xwest û lingê xwe zû pensûmen kir. Li wir dîsa gule berdan me. Hevala hez dikir min bişînin malê lê min qebûl nekir."
- "Bi peyama Serokomarê me beşdarbûn zêde bû"
Çelebî got ku ew jî di nav kesên ewil yên ku derkertin ser tanka de bû û wiha dewam kir: "Derketina ser tankan ji bo kesên ku di emrê me de ne, ne gelekî girîng e lê min li wir mafê xwe parast. Têkoşîna ku min li ser pirê nêzî 6 û 7 saetan da, ji bo parastina hikûmeta xwe min kir."
Çelebî got ku peyama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku li ser telefonê da, bû sedema coşeke mezin û wiha dewam kir: "Bi peyama wî ve beşdarî her çû zêde bû. Tesîra serok pir zêde ye, serok li ber civakê bi wêrekî sekinî. Dikaribû di nav rewşeke ku nikaribe peyamê bide de bûbûya. Serokê me peyam nedabûya me jî, li ser me ferz bû ku em li ber bêqanûniyan bi qanûnê têkoşînê bidin. Divê mirov di meseleyên civakê de hesas be."
- "Li ser medyaya civakî bûyeran berevajî dikin ku ev bêexlaqî ye"
Çelebî destnîşan kir ku li ser medyaya civakî bûyeran berevajî dikin û wiha axivî: "Min bi çavên xwe dît li ser pirê leşkerek li erdê bû û mêrikekî birih hewl dida ku wî biparêze. Lê li ser medyayê hat gotin ku 'mêrikê birih leşkerî difetisîne'. Ev bêexlaqî ye. Ji bilî vê gotina 'ew leşkerê li wir bêsûc e' jî min kêfxweş nake. Lewra em nîvê şevê gihîştin li wir, lê bûyerê di saet 22.00an de dest pê kiribû. Em kingê derketin li ser tankan 06.30an de. Di navberê de 8 saet heye. Di 8 saetan de tu çawa dikarî gule li ser gelê xwe de bibarînî? Hûn dibînin mêrik dimre, hûn hê jî guleyan dibarînin. Leşkerên ku neçûn li ser pireya Fatîh Sultan Mehmetê ma ne leşker bûn? Leşker bi çekên min ve, ji hinekên din fermanê digre û min dikuje. Ez vê tevgera wan aciz im, ez aciz nebim jî gelempêriyê civakê aciz e."