12 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
ADIYAMAN
Li Adiyeman û Şanliurfayê pirtûka ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi navê "Deqîqe Deqîqe Hewla Derbeyê ya FETOyê" der barê hewla derbeyê FETOyê da amade kiribû, hat belavkirin.
Li navenda Adiyemanê piştî nimêje înê pirtûka ku Ajansa Anadoluyê (AA) der barê hewla derbeyê FETOyê da amade kiribû, li welatiyan hat belavkirin.
Welatiyên ku pirtûk li wan hat belavkirin sipasiya AAyê kirin.
Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî xebatkarên Midûriyeta Buroya Şanliurfayê ya AAyê li ber mizgeftan pirtûka ku AAyê hazir kiriye belav kirin.
Welatiyên ku di nav wan da jin û zarok jî hene eleqeyeke mezin nîşanî pirtûka AAyê dan.
Ji welatiyan Nîhat Aydaşê ku pirtûka AAyê hilda destnîşan kir ku wêneyên di pirtûkê da tesîreke mezin li ser çêkiriye.