28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
DİYARBAKIR
PKKya rêxistina terorê ya ku aramî û îstikrara Tirkiyeyê naxwaze dema dît ku li hember hêzên ewlehiyê bi ser nakeve, sivîlan dikuje.
Rêxistina terorê 30 salî zêdetir e li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ê Anadoluyê êrîşan dike.
Piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015yan rêxistinê li gund û bajaran êrîşên xwe zêde kir.
Ji bilî hêzên ewlehiyê rêxistin êrîşî sivîlan jî dike, teqemeniyan bi cih dike, welatiyan direvîne, karker, mamoste, doxtor di serî de gelek xebatkaran dikûje.
Piştî operasyonên serkeftî rêxistinê derbeyeke mezin xwar, lê ji bo ku hebûna xwe biparêze îja êrîşî sivîlan dike.
Rêxistinê piştî ku jin û zarok jî di nav de li gund û bajaran bi hezaran kes kuşt, vê cara dawîn jî li Bazîda navçeya Agiriyê kesekî bi navê Mevlut Bengî kuşt.
Welatî Mevlut Bengî li gundê Turkmenê xwedî dikan bû û di Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn ya ku di 24ê Hezîranê çêbû de ji hêla Teşkîlaya Navçeya Bazîdê ya AK Partiyê va wek muşahîd hatibû wezîfedarkirin.
Cesedê Bengî 26ê Hezîranê bi dîregeke ceyranê va girêdayî hat dîtin.
Hat tespîtkirin gule berdane serê Bengî.
Li kêleka cesedê wî kaxizekî ku li ser "Ji ber ku ji sala 2015an vir va sixûriya dewletê dike hatiye kuştin" nivîsandî hat dîtin.