Abdullah Tel
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 30 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê tê plankirin ku derdora Çemê Geverê yê di nav bajêr da derbas dibe ji nû va bê vesazkirin.
Li navçeyê piştî operasyonên hêzên ewlehiyê ku pêk hatin li çar aliyê navçeyê hizûr û aramî bi cih bû niha jî ji bo pêşketina navçeyê kar û xebat tên kirin.
Ji wan xebatan yek jî selihkirina Çemê Geverê ya ku di mehên havînê da ji ber nezaniya gel qirêjî dibe û bêhn dide ye. Ji bo selihkirina çem Karên Avî ya Dewetê projeyeke bi qasî 50 milyon lire digire amade kir.
Di çarçoveya projeyê da ji bo rê li rabûna çem bê girtin wê dîwar bên avakirin, rêyên meşê bên çêkirin, derdora çem bê xemilandin, pire bên çêkirin û niha ekîbên saziya kar hildaye dest bi xebatê kirine.
Qeymeqam û Wekîlê Şaredarê navçeyê Mahmut Kaşikçi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê di her qadê da kar û xebat tên kirin û wiha pê da çû: "Roja ku min dest bi kar kir min got ku heyama şeytan recim kirinê qediya, dema birîn û anînê qediya û heyama xizmetê dest pê kir. Wisa jî bû. Dema me dest bi wezîfeyê kir pirsa herkesî ya ji me ev bû 'Wê halê vî çemê hanê çawa bibe, Çemê Geverê wê çawa bibe?' Lewra taybetiya vî çemê hanê ew e ku di mehên zivistanê da dibe sedema lehiyê û mehên havînê jî bênh dide û dibe mîna sergo û çavkaniya nexweşiyê. Ekîbên me dest bi xebatê kirin û di çarçoveya projeyê da çêm bê selihkirin."