Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Muharrem Înce ji bona îdiayên di nav CHPyê da nîqaş hene wiha got: "Na, tiştekî wisa tuneye û CHP tevlihev nebûye. Berevajiyê vê ez û Birêz Serokê Giştî wekî bira-kek digel xanimên xwe me xwarin xwar. Min pêşniyazek li Serokê Giştî kir û ji çapemeniyê ra jî eşkere kir. Tiştekî min ê veşartî û plan û bernameyeke min a veşartî tuneye. Min soz da vî gelî ku ez ê qet derewan nekim. Min pêşniyaza ku li Birêz Serokê Giştî kir bi gel ra jî parve kir. Tevlihevî tuneye."
Înce tevî parlamanterên CHPyê yên Bolu û Yalovayê çû serdana Serokatiya Erziromê ya CHPyê û bi Bulent Oguzê Serokê CHPyê yê Erziromê ra civiya.
Muharrem Înce li vir daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku beriya kampanyaya hilbijartinê û di dema kampanyayê da nekariye were serdana Erziromê û got ku ez ji xelkê Erziromê lêborînê dixwazim.
Muharrem Înceyê ku di hilbijartina 24ê Hezîranê da namzedê serokomariyê yê CHPyê bû li ser pirsa ji bona îdiayên di nav CHPyê da nîqaş hene wiha got: "Na, tiştekî wisa tuneye û CHP tevlihev nebûye. Berevajiyê vê ez û Birêz Serokê Giştî wekî bira-kek digel xanimên xwe me xwarin xwar. Min pêşniyazek li Serokê Giştî kir û ji çapemeniyê ra jî eşkere kir. Tiştekî min ê veşartî û plan û bernameyeke min a veşartî tuneye. Min soz da vî gelî ku ez ê qet derewan nekim. Min pêşniyaza ku li Birêz Serokê Giştî kir bi gel ra jî parve kir. Tevlihevî tuneye."