Önder Beyter
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
HELEB/ANKARA
Rêxistina terorê YPG/PKK ji bo ku navçeya Minbicê dewrî rejima Beşar Esed bike, bi rejimê ra hevdîtinan dike. Herdu mitefiq wer plan dikin ku ewlekariya navçeyê bi awayekî hevbeş biedilînin.
Rêxistina terorê YPG/PKK berevajiyê îdiayên ku ji Minbicê vekişiyaye, hê jî hebûna xwe ya li navçeyê didomîne.
Rêxistin li hemberî hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ya ji bo derxistina rêxistinê ji navçeyê, xwe nêzîkî rejima Beşar Esed dike û pê ra tifaqê dike.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrên AAyê bi dest xistin, qaşo meclisa eskerî ku rêxistinê li navçeyê bi navê HDSyê ava kiriye, ligel rejimê rûdinê ku navçeyê dewrî rejimê bike.
Serkirdeyên rêxistinê yên ku ji Qendîlê hatin, du hefte berê li Helebê li avahiya partiya BEAS ligel nûnerên rejimê rûniştibûn. Hevdîtineke bi heman awayî pêr li heman ciyî pêk hat.
Di civînê da wekî nûnerê rejima Esed, Nûnerê Partiya BEAS ê Helebê Fadil Cebar, Ebdullah Huseyîn, Ehmed Gabhan û herwiha peywirdarên ewlekariyê amade bûn.
Li ser navê rêxistina terorê jî qaşo fermandarê meclisa eskerî ya Minbicê Mihemed Karidî, Îbrahîm Benavî û fermandarê grûba Cundul Heremeynê Mihemed Guweyşî, ji parêzerên rêxistinê Şulru El Ewnî beşdariya civînê kirin.
Çavkaniyan ragihand ku di civînê da "astengkirina midaxaleya Tirkiyeyê li dijî bakurê Sûriyeyê, vegera rejimê bo Minbicê û ji bo vegerê jî dabeşkirina ewlekarî û xizmetên qamûyê" hatin gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku herdu mitefiqan li ser wê yekê li hevdu kirin ku hêza polês ji eşîretên piştevanê Esed û endamên rêxistina terorê pêk were.
- Nexşerêya Amrîka û Tirkiyeyê ya Minbicê
Amerîka û Tirkiyeyê ji bo ku YPG/PKKya ku li bakurê Sûriyeyê ji Minbica li rojavayê Çemê Feratê vekişe li hev kiribûn.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkayî Mike Pompeo di hevdîtinên xwe yên di 4ê Hezîranê de nexşerêya ku li navçeyê pêkanîna ewlehî û îstiqrarê jî dihewîne tesdîq kiribûn.
Li gor planê tê payîn ku eskerên Tirkiye û Amerîkayê û hêmanên îstixbarî re li navçeyê dest bi kontrola hevpar bikin.
Her wiha li gor lihevkirinê piştî ku terorîst ji Minbicê derketin dê li navçeyê rêveberiyeke ji hêmanên herêmî bê avakirin.
YPG/PKK di tebaxa 2016an de bi piştgiriya Amerîkayê navçeya Minbicê ya girêdayî bajarê Helebê ji DEAŞa rêxistina terorê sitandibû û dagîr kiribû.
Zêdetirê ji sedî 90ê serjimara Minbicê ji Ereban pêk tê.