Elif Orhan
28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
Ji du polêsên ku di encama gulebarana mensûbên PKKya rêxistina terorê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê birîndar bibûn, polêsek li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd ket.
Du polês di êrîşa terorê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji her du polêsên birîndar yê ku birînên wî xedar bûn digel midaxaleya ku hat kirin, mir.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di gulebarana terorîstan a ser hêzên ewlehiyê de du polês birîndar bibûn, ji du polêsên birîndar Ahmet Çîftaslan şehîd ketibû, di pevçûna ku pişt re derket de Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê miribû, polêsek û nûçegihanê AAyê birîndar bibûn.
Piştî êrîşa terorê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê lijneya ku Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz jî di nav da bû û ji bo lêkolînê çû ciyê bûyerê, di nav pevçûnê da mabû û bi gulebarana teorrîstan du polêsên din jî birîndar bibûn.