15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Polêsê ku li Arnavutkoyê di êrîşa li dijî polêsan da birîndar bû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehît ket.
Li gor agahiyan li texma Parka R. Muhtar Ahmet Ensar a Şaredariya Arnavutkoyê ekîba polêsan xwest kesekî ku lê digerin binçav bikin.
Li ser vê ji koma ku gumanbar di nav wan da bû gule berdan polêsan.
Li gor agahiyan êrîşkarên ku revîn xwe sipartin maleke yekqatî û polêsan avahî dorpêç kirin. Hat destnîşankirin ku demekê di navbera êrîşkar û polêsan da şer derket û di encamê da Seyfettîn G.yê (44) ji ber birîndarkirin û hişbirê qeyda wî hebû hat kuştin.
Hat diyarkirin jî polês Ayhan Olçerê ku di êrîşê da birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê, tevî hemî midaxeleyan şehît ket.
Li Arnavutkoyê di dema taqîbata li dijî hişbirfiroşan da, polês rûbirûyê êrîşa çekdarî bûbûn û di êrîşê da midûrê ewlehiyê yê navçeyê û polêsek birîndar bûbû û birîndar rakiribûnn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanunî Sultan Suleyman.
Wek mayîn Midûrê Ewlehiya Arnatvutkoyê Aykut Korkmaz ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê tê dermankirin û lêkolînên polêsan yên li herêmê dewam dikin.