15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
HELEB/ANKARA
Di şerê navxweyî yê Sûriyê da ji serê meha remezanê vir da di êrîşên hêzên rejimê û firokeyên şer ên ûris ên dijî herêmên di kontrola muxalifan da 271 sivîl mirin.
Firokeyên şer û helîkopterên artêşa Sûriyê û yên ûris di meha remezanê da jî di serî da Heleb, bi bombeyên vakûm û bermîlê va li jîngehên di kontrola muxalifan da dan. Nexweşxane, çarsû, bazar û navendên parastina sivîlan bûn hedef.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji saziyên parastina sivîl û Navenda Agahdarkirinê ya Şamê wergirt, di roja dehê meha remezanê da hejmara kesên ku di êrîşên li Şam, Dareyya, Xuteya Rojhilat, Heleb, Îdlib, Dêra Zorê û Derayê da mirin 17 jê zarok, 14 jê jin derket 271an. Hat diyarkirin ku di êrîşan da bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di roja ewil a remezanê da li Dêra Zorê 32, li Helebê 27 û Humsê 5 kes mirin.
Di remezanê da herî zêde êrîş li Helebê hatin kirin. Di êrîşên ku hêzên rejimê dikin da 155 sivîl mirin. Piştî Helebê bi 53 kesî Îdlib tê. Li Dêra Zorê 38, li Humsê 8, li Şamê 10 û li Hema û Hesekê 3 kes mirin. Li gor bajarên din bajarê herî aram di Dera ye û di remzanê da kesek mir.