Önder Beyter
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
PARÎS
Di çaryekfînala Kupaya Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Fransayê (Ligue 1) da Paris Saint-Germanê (PSG) li deplasmanê Amiens 2-0 têk bir û derket nîvefînalê.
PSGyê di dewreya yekemîn a pêşbirka li Stade de la Licorneê da firsendên ku hatin ber nikaribû jê îstifade bike û dewreya yekemîn bêgol kuta bû.
Di dewreya duyemîn da PSGyê bi lez û bez dest pê kir û herwiha di deqîqeya 53yemîn da bi gola stêrkê ji Brezîlyayê Neymar ku ji penaltiyê avêt, 1-0 ket pêşiyê. Piştî vê xulekê PSGyê êrîşên xwe zêde kir û di deqîqeya 78emîn da Robiot gola duyemîn a PSGyê avêt.
PSGya ku di pêşbirkê da 2-0 ser ket, bi vê skorê va di Kupaya Lîgê da xalibiyeta xwe ya 14emîn tomar kir.