Sevim Hatun
29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
İSTANBUL
Pêşangeha duyemîn a wêneyan a Anadolu Agencyê (AA) ya pêşbirka "Istanbul Photo Awards 2016" wê îsal cara duyem li Stenbolê vebe.
Di çarçoveya pêşangeha Istanbul Photo Awards 2016ê da wê wêneyên ku xelat sitandin û yên di fînalê da man bên nîşandan. Herwiha wê bûyerên ku di sala 2015dan li dinyayê dengvedan bi nîşandanek kurt nîşanî ziyaretçiyan bidin.
Pêşangeh wê di 2yê hezîranê roja pênşemê sat 19.30an da vebe û heta 26ê hezîranê vekirî be.
-Wêneyên di pêşbirk û pêşangehê da cîh girtin
Wêneya wênegirê ji Sûriyeyê Abd Doumany ya bi navê "Hewara Zarokên Sûriyeyî ya ji bo Alîkariyê" di pêşbirka Istanbul Photo Awards 2016an da xelata "Wênaya salê" wergirtibû.
Sergey Ponomarev wêneya "penaberan" a ji bo New York Tîmesê kişandibû di kategoriya "Xeberê Tekane" da, wêneya Santî Palacîos ya bi navê "Penaberên di rêya mirinê da" ya ji bo Getty Imagesê girtibû di kategoriya "Xeberên Serî" da bû yekemîn.
-Xelatên Pûlîtzerê
Sergey Ponomarevê wênekêşê serbest ê New York Tîmesê ku di pêşbirka Istanbul Photo Awardsê da bi wêneya xwe ya "Penaberan" bibû yekemîn, bi heman wêneyî layiqê xelata Pûlîtzerê jî hat dîtin. Wêne trajediya welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî ber bi ewropayê va direvin nîşan dide.
AAyê par jî pêşbirk li dar xistibû û cara ewil di pêşbirka li vir da wêneya ku wekî wêneya salê hatibû hilbijartin di heman demê da ji bo xelata Pûlîtzerê wergirtibû. Herwiha wêneya derbarê ebolayê da ya ku wênegirê Awistralyayî Danîel Berehûlak li Lîberyayê girtibû layiqê xelata Pûlîtzerê hatibû dîtin.