05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Hekariyê 63 qantirên ku di operasyonên ekîbên cendirmeyan dijî qaçaxçitiyê da hatin qefaltin, dê bi şêweya îhaleyê bên firotin.
Qantirên ku nêzîkî 3 meh berê di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê yên dijî qaçaxçîtiyê da li ser sînorê Îran û Iraqê hatibûn qefaltin, piştî kutabûna miemeleyan dê bi îhaleyê bên firotin.
Midûriyeta Xurek Çandinî û Ajaldariyê ya Parêzgehê kontorlên 63 qantiran kirin û herwiha qantir niha li gundê Otluca yê li ser navendê li tewleyekê da tên girtin.
Hat ragihandin ji bo ku êm bidin qantiran du gavan hatin peywirdarkirin û di rojên pêşiya me da, qantirê bi 35 hezar û 381 lireyî bên firotin.
- Em baş miqateyî qantiran dibin
Fîkret Akişê ku bona mêzekirina qantiran hat peywirdarkirin, destnîşan kir ku digel rewşa neyênî ya hewayê ew baş li qantiran miqate ne.