Abdullah Tel
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê avahiya Qonaxa Hikûmetê ya Bazîdê ya berê ku heta sala 1925an wek avahiya wîlayetê hatibû emilandin bi budçeya qasî 2 milyon lireyî va weke mîmariya xwe ya dîrokî bi kerpîçan ji nû va tê avakirin.
Projeya restîtusyona Qonaxa Hikûmetê ya Bazîdê ya berê ji hêla Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê va hat amadekirin û înşeatê jî di 10ê Tîrmeha sala 2017an da dest pê kir.
Qonax weke eslê xwe ji kerpîç tê çêkirin û di nav herêma Qesra Îshaq Paşa lê ye da cih digire.
Qaymeqamê Bazîdê û Wekîlê Şaredar Zafer Engîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema avahiya Qonaxa Hikûmetê ya Bazîdê ya berê bê temamkirin ji projeyên sembolên navçeyê û nîşaneya dîrokê wê biçe serî.
Ji bo avakirina qonaxa dîrokî bi qasî 2 milyon lire budçe hat cihêkirin.
Çêkirina avahiyê li ser qadeke ku ji 800 mêtreqereyî û 19 odeyan pêk tê dewam dike.