Haydar Şahin
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
EZAZ/ANKARA
Tumena Hemze ya ji endamên sereke yên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ji bo operasyoneke eskerî ya dibe ku Tirkiye li rojhilatê Çemê Feratê bike amadehiyan dike.

Tumena Hemze ya ku di sala 2015an da li dijî DEAŞa rêxistina terorê hat avakirin di bin banê AASê da piştgirî dabû Herekata Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê yên ku Tirkiyeyê kiribû.
Koma ku kêmzêde 6 hzar û 500 şervanên wê heye di halê hazirî da ji bo operasyoneke eskerî ya dibe ku Tirkiye li rojhilatê Çemê Feratê bike amadehiyan dike.
Seyf Ebû Bekirê ji fermandarên koma ku li Ezaza di kontrola mixalifan da ye telîmên guleyan dibîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê yê ku amadhiyan teqîp dike.

Ebû Bekir got, "Nika ji bo operasyoneke eskerî ya dibe ku rojhilatê Çemê Feratê li dijî endamên PKK û PYDya rêxistina terorê were kirin amadehî tên kirin, em perwerdeyê didin eskerên xwe."
Ebû Bekir axaftina xwe wiha domand: "Pirsgirêka me bi birayên me yên Kurd ên li wê derê dijîn ra tune. Em ê wan ji zilma terorê xilas bikin. Em bi hemû hêza xwe ji bo rojhilatê Çemê Feratê amadehiyan dikin. Hedefa me ew e ku welatiyên xwe yên li rojhilatê Feratê ji terorê xilas bikin."

Ebû Bekir got ku rêxistina terorê li hemû gelê herêmê zilmê dike û wiha axivî: "Em ji bo vê amadehiyên xwe didomînin. Me beriya Operasyona Çiqlê Zeytûnê piştgirî da birayên xwe yên Kurd ên ji zilma rêxistinên terorê revîn. Me hevdîtin kirin. Me wekî Tumena Hemze li vê derê komeke ku Kurd bi hev ra dimînin ava kir. Koma ku em jê ra dibêjin Teyrên Baz ên Kurd ji hezar û 200 eskerî pêk tê."
Ebû Bekir diyar kir ku şervanên Lîwaya Teyrên Baz ên Kurd li dijî sûcên YPG/PKKya rêxistina terorê têkoşînê didin û wiha pê da çû: "Bi wan ra ketin pevçûnan û ew ê dewam bikin. Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da jî tesîra Teyrên Baz ên Kurd zêde bû."
- "Em ê bi piştgiriya Tirkiyeyê wan herêman ji rêxistina terorê paqij bikin"
Ebû Bekir bi bîr xist ku YPG/PKKya rêxistina terorê Til Rifata navçe dagir kir û wiha axivî: "Piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê rêxistina terorê li Şehba û Til Rifatê zehf bi cî bûn. Em ê bi piştgiriya siyasî û eskerî ya Tirkiyeyê va wan herêman ji rêxistina terorê paqij bikin."