09 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Tîma Fenerbahçeyê ji bo ku bi tîma Amedsporê re futbolê bilîze çû Diyarbekirê.
Qefleya zer û lacîwerd li balafirgeha Sabîha Gokçenê siwarê balafirê bûn û çûn Diyarbekirê.
Li gor daxwaza rahênerê tîmê Vîtor Pereîra di kadroya 19 kesî de ev futbolîst hene:
Volkan Demîrel, Fabîano Rîbeîro, Anil Demir, Sîmon Kjaer, Mîchal Kadlec, Caner Koca, Yasîr Subaşı, Hasan Alî Kaldirim, Savaş Polat, Şener Ozbayrakli, Raul Meîreles, Josef de Souza, Uygar Mert Zeybek, Dîego Rîbas, Alper Potuk, Volkan Şen, Mehmet Topuz, Ramazan Cîvelek, Jose Fernandao.
Futbolîst Abdoulaye Ba û Lazar Markovîc' ji ber ku seqetbûna wan hê dewam dike, Robîn van Persîe û Luîs Nanî jî ji bilî tîmê antreman kirin, Mehmet Topal jî êşa wî hê dewam dike di kadroyê de cih negirtin.
Rahênerê tîmê Pereîra ji bilî van futbolîstan di kadroyê de cih neda Bruno Alves, Caner Erkîn, Gokhan Gonul û Ozan Tufan jî.
Fenerbahçe û Amedspor wê li Seyrantepeyê di Tesîsên Werzişê ya DÎSKÎyê di saet 13.00an de bên beranberî hev. Piştî pêşbirkê tîma Fenerbahçeyê wê vegere Stenbolê.