Abdullah Tel
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Di tura ewil a fînala çaryek a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Real Madrîdê Juventus 3 û 0 têk bir.
Di pêşbirka li bajarê Torînoyê Stada Juventusê hat lîstin da hakemê Tirk Cuneyt Çakir wezîfedar bû û gola ewil di deqîqeya 3yemîn a pêşbirkê da ji hêla Cristiano Ronaldo va hat avêtin.
Di nîva ewil a pêşbirkê da Real Madrîd a mêvan li hemberî Juventus a xwedîmalê 1 û 0 li pêş ji sehê çû.
Bi destpêkirina nîva duyemîn tîma mêvan bandora xwe ya di pêşbirkê da zêde da hîskirin û Ronaldo di deqîqeya 64an da bi roveşatayê goleke xweş avêt û tîma xwe 2 û 0 bi pêş xist.
Di deqîqeya 72yemîn a pêşbirkê da jî Marcelo bi asîsta Ronaldo va skor kir 3 û 0 û pêşbirk jî bi vê encamê qediya.
- Ji Ronaldo rekoreke nû
Di Lîga Şampiyonan da gogbazê ku cara ewil ji 100î zêdetir gol avêt Ronaldo ye (bi tevahî 119) û wî bi saya golên ku di vê pêşbirkê da jî avêt bû gogbazê ewil ê di 10 pêşbirkî da li ser hev gol avêtiye reqîbên xwe.
Di vê heyamê da Ronaldo di 9 pêşbirkên Lîga Şampiyonan da leyîst û di hemûyan da jî gol avêt, heyama borî jî di pêşbirka fînalê ya bi Juventusê ra hat kirin da jî 2 gol avêtibû reqîbê xwe.
Rovanşa pêşbirkê di 11ê nîsanê roja çarşemê bi saeta Tirkiyeyê 21.45an da wê li Madrîdê bê lîstin.