ÎSTANBUL
Heyama nû ya Lîga Sûper a Spor Totoyê ya 2013-2014an îro bi hin qayîdeyên nûjen ve dest pê dike.
Pêşbirka ewil di navbera Medical Park Antalyaspor û Kayserî Erciyessporê de dê bê lîstin.
Sibê jî dê 6 tîm bên li hemberê hev.
Bernameya pêşbirkên sibê jî wiha ye.
Di saet 20.00an de Kardemîr Karabukspor-Kasimpaşa û Çaykur Rîzespor-Gençlerbîrlîgî dê bên li hemberê hev.
Di saet 21.45an de jî dê Torku Konyaspor û Fenerbahçe bileyîzin.
Bi van maçan dê pêşbirkên ku di 17ê tebaxê de bên kirin, bi dawî bibin.
Piştî van, pêşbirkên ku dê dusibe bên lîstin yanî bernameya maçên 18ê tebaxê jî wiha ye.
Di saet 20.00an de Akhîsar Beledîye Genclîk Spor - Sanîca Borû Elazigspor û Eskîşehirspor - Bursaspor dê têkoşin. Di heman rojê de di saet 21.45an de jî dê Beşîktaş -Trabzonspor bêne li hemberê hev.
Bernameya pêşbirkên roja duşemê jî wiha ye. Di saet 20.00an de dê Kayserîspor - Sîvasspor bên li hemberê hev. Pêşbirka dawîn ya hefteya nû jî di saet 21.45an de, dê di navbera Galatasaray - Gazîantepsporê de bê lîstin.
Bi vê pêşbirkê bernameya hefteya ewil a Lîga Super a Spor Totoyê dê bi dawî bibe û pûanên tîman yên ewil jî dê diyar bibe.
Cara ewil dê di vê hayama nû de hin rêzikên nû jî li qadan bên bikaranîn. Dê di pêşbirkan de 6 hakem wezîfedar bin. Hakemê alîkar ê ku bi navê "hakemê çixizê" tê binavkirin dê li Tirkiyê di qadan de cara ewil bê sepandin
Di heyama nû de Kûlub dikarin bi 10 fitbolîstên biyanî re peymanê mohr bikin lê di tîma ku ji 18 kesî de bi tenê dikarin cih bidin 6 fitbolîstan.
Federasyona Fitbolê ya Tirkiyê(FFT) ev heyam jî tê de dest bi sepandina bilêtên elektronîk jî kir.
Alîgirên ku bi alkol tên jî nikarin têkevin hundirê qadan.