26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) 24ê Mijdarê di serokatiya Cîgirserok Esat Çiplak da civiya û li ser gilîdariyên ji bo kanalên ku di reklamên xwe da cî didin dermanên ku quweta cinsî didin, xumar û xetên sohbetê tê da hene û hestên dînî ji bo ticaretê diemilînin, hatin nirxandin.
Di vê çarçoveyê da ji ber binpêkirina rêgezên weşanê biryar hat dayîn ku 165 cezayên cur bi cur bidin 18 kanalên televizyonê.
Di vê çarçoveyê da cezayê pere û hişyarî dan Anadolu Yurdum TV, Dolunay TV, 365 TV, Vatan TV, ANC TV, Kanal S, Yildiz Rize TV, Kanal T, Halk TV, Farkli TV, MMC TV, Karadeniz Turk TV, Yenî Sînema TV, Maya TV, Seymen TV, YEK TV, Mega Mûzîk TV û One Damla TVyê.
- Ceza dan kesên ku welatiyan dixapînin
RTUKê di meheke dawîn da jî 346 cezayên cur bi cur da 58 kanalên ku bi bernayên "bigere-qezenc bike", "pê derxe û qezenc bike" û "danûsitandina li têlefonê" welatiyan xapandine.
RTUKê biryarên ku hatin hildan ji Serokatiya Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanistê û Wezareta Tenduristiyê ra şand.