Di Lijneya Giştî ya Meclisê da ji bo RTUKê Ersîn Ongel wek endamê HDPyê hat hilbijartin.
Ji ber ku endamê RTUKê yê HDPyê Ahmet Yildirim ji bo bernamzediya parlementeriyê îstifa kir, ji bo endamê RTUKê yê HDPyê di Lijneya Giştî da hilbijartin hat kirin. HDPyê ji bo endamtiyê Ersîn Ongel û Nevruz Ugurê wek namzed nîşan da.
Hilbijartin veşartî hat kirin û di hilbijartinê da Nevruz Ugurê 4 ray wergirt, Ersîn Ongel jî 203 ray wergirt û wek endamê RTUKê hat hilbijartin.