09 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
ANKARA
Rêxistina terorê DAEŞê êrîşî Baregeha Gedû ya li nêzîkî Başîqaya li bakurê Iraqê kir. Leşkerên li baregehê demildest bersiv dan êrîşê, kozika topan a rêxistina terorê ji navê birin û herwiha dronek hat xistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê yên li herêmê hat wergirtin, rêxistina terorê DAEŞê ber destê sibê êrîş bir ser Baregeha Gedû ya li nêzîkî devera Başîqaya li bakurê Iraqê.
Di êrîşê da terorîstan topên ku ji artêşa Iraqê şêlandibûn emilandin. Leşkerên li baregehê demildest bersiv dan. Herwiha di êrîşê da zeyîet çênebû û di encama bersivdayînê da kozika topan a rêxistina terorê DAEŞê hat jinavbirin.
Droneke ku rêxistina terorê DAEŞê şandibû ser baregehê, ji aliyê fuzeya Stinger a ku li baregehê bicihkirî ye, hat xistin.