ANKARA
Tirkiye di 10ê Cotmeha 2015an da di dîroka xwe da bi êrîşa terorê ya herî bixwîn va rûbirû ma. Du mensûbên rêxistina terorê DAEŞê li hemberî "Mitînga Ked, Aşitî û Demokrasiyê" ya ku li ber Gara Enqereyê bi beşdariya bi sedan kesên ji parêzgehên cuda cuda dest pê kir, du êrîşên xwekujiyê pêk anîn û di êrîşê da 100 sivîl mirin, 391 kes jî birîndar bûn.
Êrîş di dîroka Tirkiyê da wekî êrîşa herî bi xwîn ket nava qeydan û ji ser êrîşê ra salek derbas bû. Di çarçoveya doza êrîşê ya ku danîşîna wê ya ewil dê di 7ê mijdarê da li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 4emîn were kirin da bona 36 berşikên ku 10 jê girtî ne, ji 7 hezar û 631 salî heya 11 hezar û 750 salî cezayê hebsê hat xwestin.
Di sala 2015an a ku tê da gelek rûdanên girîng qewimîn da rêxistinên terorê PKK û DAEŞê li hemberî sivîlan pey hev êrîşên bibombe pêk anîn.
Di 20ê Tîrmeha 2015an da li hemberî grûba ku li ber navenda çandê ya Şaredariya Sirûcê daxuyaniya çapemeniyê didan, "êrîşa xwekujiyê" pêk hat û 34 kes mirin. Bandora qetlîamê hê ku dewam dikir, vêca di 10ê cotmehê da li Gara Enqereyê DAEŞê rûyê xwe yê bixwîn da nîşan û cardin sivîl kirin hedefa xwe. Di 2 êrîşên xwekujiyê da jê 2 zarok 100 sivîl mirin, 391 kes jî birîndar bûn.
- Bona mitîngê bangî Bloka Aşitiyê kirin
Par ji ber êrîşên ku ji Sûriyê bal Tirkiyê dihatin kirin, tevdîr hatin standin û leşker û muhîmat sewqî sînorê Sûriyê kirin. Li ser vê, Bloka Aşitiyê ku di navê da parlementerên HDP û CHPyê jî hebûn, hat damezirandin. Blokê wekî "Li Sûriyê şer bira bidawî be, ji midaxaleya Tirkiyê a bal Sûriyê ra na" belavok belav kirin. Herwiha blokê civîna xwe ya ewil di 10ê tîrmehê da li Stenbolê pêk anî.
Bloka ku ji vê tarîxê bi şûnda mitîng, protesto û meş li dar xistin, ragihand ku ewê di 10ê cotmehê da li Enqereyê "Mitînga Ked, Aşitî û Demokrasiyê" li dar bixin. Bona beşdariya mitîngê HDP, DÎSK, KESK, TMMOB û TTByê jî bang kirin.
Ji kesên ku wê beşdarî mitîngê bûna hat xwestin, beriya ku biçin Meydana Sihhiyê qada mitîngê, li pêşiya Gara Enqerê bicivin. Kesên ku ji curbecur bajarên Tirkiyê hatin Enqerê li xaçerêya garê civiyan. Di saet 10.04an da du teqîn çêbûn û navbera teqînan da sê saniye çêbûn. Du xwekujan êrîş kir û di êrîşê da dudu jê zarok 100 kes mirin, 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn.
Hat tesbîtkirin ku endamên DAEŞa rêxistina terorê Yunus Emre Alagoz û terorîstekî ji Sûriyê êrîş kirine. Ji bo kesên ku di êrîşê da mirin, sê rojan şîn hat îlankirin, sendîqa û odeyên pîşeyan yên ku mitîn li dar xistin jî biryara grevê dan.
- Bertekên piştî êrîşê
Li welêt û derveyî welêt gelek kesan bertek dan nîşanî êrîşê û terorê bi zimanekî tund hat şermezarkirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Ez vê êrîşê lenet dikim. Em li dijî hemû çalakiyên terorê ne. Qesta vê êrîşa menfûr yekîtî û bihevrabûna me ye, hizûra welatê me ye. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ji kê dibe bira bibe, mebest, gotin û navê wan çi dibe bira bibe em li dijî her cure çalakiyên teror û rêxistinên terorê ne, em mecbûr in ku hemû bi hev ra jî li dij bin."
Serokwezîrê Herêmê Ahmet Davutoglu jî got ku ji bo dîtina kiryarên êrîşê xebat dewam dikin û daxuyand ku 3 rojan şîn hat îlankirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî got ku ew li dijî terorîzmê ji bo her cure tevkariyê amade ne.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî li ser zafiyeta îstixbaratê sekinî û wiha got: "Bombeyên zindî heta paytextê me tên. Ev jî zafiyeta îstixbaratê ye û divê ev îhmalkariya îstixbaratê were jêpirsîn."
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş wiha got: "Rewşeke pir biêş li holê ye. Lê mixabin em bi nêrîneke dewletê ya bûye mafya, kujer û wek kujerên serî vê dike rû bi rû ne."
Ji hêla din gelek welatên din jî êrîş şermezar kirin û gotin ku li hember terorê ew li cem Tirkiyeyê ne.
- Runiştina ewil wê di 7ê mijdarê de çêbibe
Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê êrîşa terorê de amade kiribû di 13ê tîrmehê de ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a 4emîn ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de hat xwestin ku ji bo hin şikbaran ji ber sûcê "ji bo pergala zagonî biguhere hewldayîn" û "100 kesî kuştin" cezayê hepsê ya heta hetayî ya ku 101 car hatiye girankirin bê dayîn. Ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûne jî ji ber sûcên "di çarçoveya çalakiya rêxistina terorê ya ku hewl hat dayîn ku 391 kes bê kuştin", "çekên bêruxset û madeya teqemeniyê hewandin" bigiştî ji 7 hezar û 631 salan heta 11 hezar û 750 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Ji bo hin şikbaran ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek DAEŞê" ji 15 salan heta 22,5 salan cezayê hepsê hat xwestin. Şikbarên ku navê ewan di îdiananameyê de hene ev in:
"Îlhami̇ Bali, Deniîz Buyukçelebî, Edremiît Ture, Yakub Şahîn, Hakan Şahiîn, Îbrahîm Haliîl Alçay, Resul Demi̇r, Haci Alî Durmaz, Huseyi̇n Tunç, Abdûlmubtaliîp Demi̇r, Talha Guneş, Mehmet Kadîr Cebael, Metîn Akaltin, Savaş Yildiz, Burak Ormanoglu, Suphî Alpfîdan, Hasan Huseyi̇n Ugur, Bayram Yildiz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Abdulhamît Boz, Cebraîl Kaya, Omer Denîz Dundar, Muhammet Zana Alkan, Walentiîna Slobodjanjuk, Mustafa Delîbaşlar, Mehmediîn Baraç, Nîhat Urkmez, Nusret Yilmaz, Kasim Dere, Yakup Selagzi, Erman Ekîcî, Yakup Karaoglu, Yakup Yildirim, Esîn Altıntug û Hatiîce Akaltin."
Runiştina ewil a êrîşa terorê ya bixwîn wê di 7ê mijdarê de çêbibe