08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Esnafên Sûra navçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên terorîstên PKKyî zirareke mezin dîtibûn. Bi xebatên wezaret û şaredariyan esnaf êdî bazirganiyan xwe bi hizûr dikin.
Navçeya Sûrê piştî operasyonên hêzên ewlehiyê yên serkeftî ji terorîstan hat paqijkirin. Sûr bi xebatên Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Sûrê, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan vegeriya rojên xwe yên berê.
Rêxistina terorê xira kir, dewletê îhya kir
Esnafên Sûra ji ber êrîşên terorîstên PKKyî zirareke mezin dîtibûn. Bi xebatên wezaret û şaredariyan esnaf êdî bazirganiyan xwe bi hizûr dikin.
08.06.2018
Esnaf bi saya arîkariyan dikanên xwe nûkirin û kredî kişandin. Dewletê deynên prîmên sîgorte û bacê paşde avêtin. Esnaf niha bi kêfxweşî kirîn û firotinên xwe dikin.
Ji esnafan Atîlla Altindag (45) daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya arîkariya dewletê kar û barên wan êdî baştir in. Piştî bûyerên terorê qediyan Sûr êdî vedigere rojên xwe yên berê.
Ji esnafan Tîmur Tîmuçîn (43) jî got ji ber êrîşên terorê welatiyan zehmetiyên mezin kişandin, lê bi saya xebatên dewletê şikur ew roj qediyan.