12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê, ji 53 mizgeftên ku PKKya rêxistina terorê zirar dabûyê jê 40 mizgeft hatin vesazkirin.
Miftiyê Navçeyê Selahattîn Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di êrîşên terorê yên ser navçeyê da, zirar gihîşte 53 mizgeftên li herêmê.
Yilmaz got ku ji mezgeftan 13 heb ji aliyê rêxistinê va hatin rûxandin, divê cihê îbadetê yên van mizgeftan ji nû va bên vesazkirin. Yilmaz got ku wan dema xebatên tespîtkirina xisarê biryar daye wê 13 mizgeft bên hilweşandin.
Yilmaz got ku wan teleb kiriye ku di şûna mizgeftên wê bêne rûxandin da mizgeftên nû bên çêkirin û wiha dewam kir: "Me serî li wezaretê da, em li hêviya bersivê ne. Înşallah wê mizgeftên me ji nû va bêne avakirin."
Yilmaz destnîşan kir ku wê 40 mizgeftên din ên ku hatin temîrkirin ji bo îbadetê bêne vekirin û wiha dewam kir:
"Ji bo 13 mizgeftan biryara hilweşandinê dan. Di 40 mizgeftî da xisar tespît kirin. Me ew mizgeft temîr kirin û di meha Remezanê da ji bo îbadetê vekirin. Li herêmê 100 mizgeftên me hene û li hemûyan piştî nîvroyê mukabele tê xwendin. Piştî nimêja esrê bi kurdî û tirkî li ser dînê îslamê tê axaftin. Li hemiyê mizgeftên me nimêja terewîhan tê kirin. Em bi hev du ra bi vî awayî pêşwaziya mehe Remezanê dikin."