İbrahim Atmaca
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
HAKKARÎ/VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf û barana gur jiyanê dixe tengasiyê.
Li Hekariyê ji ber barana gur nêzî texma Depîn ê ku 7 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e, zinarên terikî ji çiyê tilol bûn û rê girt. Di rê da gelek wesayît man.
Ekîbên rêbejê bi makîneyên kar va zinar rakirin û rê vekir.
- Wan
Li Wanê baran dem bi dem barî, li deverên bilind jî berf barî.
Berfê li navçeya Başkaleyê rêya 20, li navçeya Miksê jî rêya 3 cî û waran girt.
Li ser rêya Wan û Miksê berfê Dirba Karabetê ku 2 hezar û 985 raqim bilind e, girt û ekîbên Midûriya Herêma 11em a Rêbejê cardin vekir.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hatibû dayîn, li Hekarî, Bitlîs, Mûş û başûrê Wanê baraneke gur tê payîn û ji bo baranê hişyarî hatibû dayîn ku welatî xwe ji lehiyê biparêzin û di çûyîn û hatinê da baldar bibin.