Haydar Şahin
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
MUŞ
Li Mûşê Mahmut Koçlardanê xwediyê kafeyê ji bo balê bikişîne ser girîngiya xwendina pirtûkan pereyê çayê ji mişteriyên ku pirtûkan dixwînin nastîne.
Koçlardanê li Taxa Kulturê kafeyê dixebitîne ji ber ku mişterî bi hev ra naaxifin bi têlefonê ra eleqedar dibin sepandina "Hema hûn bixwînin çay ji kîsê me ye" da destpêkirin.
Koçlardan li quncekî kafeyê pitûkxane amade kir û çayê pê pere dide mişteriyên li wî quncî pirtûkan dixwînin. Ji ber ku ji her emrî mişterî eleqeyê nîşanî kafeya wî didin jî gelekî kêfxweş e.
Koçlardan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xêncî çayê îmkanê dide mişteriyan ku pirtûkan bixwînin.
Koçlarda got armanca wî ew e ku bi vê sepanê balê bikişîne ser xwendinê û wiha axivî: "Mişteriyên dihatin vê derê bi saetan rûdiniştin bi hev ra nediaxivîn û bi têlefonan eleqedar dibûn. Me jî bi hevalan ra li ser vê mijarê xeberdida û fikreke wiha hat bîra me. Me bertekên erênî û baş dîtin."
- "Xeyala min a mezin civaka xwendî ye"
Koçlardan got ku di vê mijarê da bi taybetî mamosteyan piştgirî danê û wiha pê da çû:
"Mamosteyan gotin dixwazin ku zarokan ji piçûktiyê pê va hînî xwendina pirtûkan bikin. Nika her roj xwendekar tên kafeya me saetekê rûdinin pirtûkan dixwînin û çayê vedixwin. Em jî kêfxweş dibin. Ji her emrî mişterî tên vê derê. Hewcedariya civakê bi xwendinê heye. Xeyala min a mezin civakeke xwendî ye."
Derya Kapana mamosteya xwedingeheke taybet a ku xwendekarên xwe anîne ku pirtûkan bixwînin diyar kir ku ji ber vê sepanê gelekî kêfxweş bûn.
Kapanê got dixwaze ku xwendekarên xwe hînî pirtûkxwendinê bike û wiha axivî: "Li gor min vê sepanê bala zarokan kişande ser girîngiya mijarê. Em di meseleya xwendina pirtûkan da zehf paşda mane. Dibê ji zarokan ra pêşîkêşiyê bikin. "
Ruya Vezîra xwendekar jî got ku xwendina pirtûka merivan kêfxweş dike.