Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ANKARA
Rûniştina duyemîn a Testên Têrdariyê ya Qadê (AYT) ya Ezmûna Saziyên Perwedehiya Bilind (YKS) a ku namzedên zanîngehê dikevinê di saet 13.15yan da qediya.
2 milyon û 19 hezar û 853 namzedên ku serî li AYTyê dabûn.
Namzed di 108 hezar û 470 salonên 6 hezar û 746 avahiyan de ketin ezmûnê.
Ji namzedan di testa Ziman û Edebiyata Tirkî - Zanistên Civakî-1ê da 40, di testa Zanistên Civakî-2yê da 40, di testa Mîmatematîka da 40 û di testa Zanistên Fenê da jî 40 pirs hatin pirsîn.
Ezmûnê 180 deqîqe dewam kir. Rûniştina ewil a Testên Têrdariyê ya Bingehîn (TYT) ya YKSyê duh çêbûbû.
Ji saet 15. 30yan pê va ji bo rûniştina sêyemîn a dawîn ya ji bo Testa Zimanê Biyanî 131 hezar û 453 namzedan serî lê daye destûr neyê dayîn ku ew bikevin avahiyên ku ezmûn lê çêdibin.
Encamên YKSyê wê di 31 Tîrmehê de bên eşkerekirin.