İbrahim Atmaca
01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "İnşallah em ê sala 2019an wek 'Sala Dîroka Zanistê ya Îslamê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn' îlan bikin. Me telîmata vê jî da."
Erdogan: "Xebatên me dewam dikin ku em berhemên wî (yên Fuat Sezgîn) yên li dervayî welat jî bînin. Rêveberiya weqfa vê derê vê mijarê baş dişopîne. Bi hatina wan ra çi muzeya li vê derê û çi jî pirtûkxaneya li vê derê dê zehf xurt bibin."
Erdogan: "Di seranserê jiyana xoceyê me da gelek berhemên wî hene, ev berhem di warê Îslam, zanist, fikr û raman, fîzîk, tib, astronomî û qadên din da ne. Em ê bi van berhemên wî va, wek berg di refan da bi cih bikin û dibe berhemeke 1300 bergî ku taximeke wê jî di Pirtûkxaneya Serokomariyê da ye. Ji çaxa ku min mamoste Fuat Sezgîn nas kir, min fêm kir ku bê ka di warê ilmê da mirovekî çawa biryardar e."