05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Li gor agahiyan Zozan Temira bi nasnavê "Zozan Cûdî" ya di medyaya Rojavayê da wek endama YPJyê ya dijî DEAŞê şer dike hat nîşandan li Şirnexê di operasyona esmanî da hat berterefkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ji bona tesbîtkirina nasnameyên 7 endamên rêxistina terorê yên 15ê mijdarê li Bestler-Derelera herêma Şirnexê di operasyona esmanî da hatin berterefkirin xebat hatin kirin. Li gor agahiyan hat tesbîtkirin ku di nav endamên rêxistinê da Zozan Temira bi nasnavê "Zozan Cûdî" jî heye.
Li gor agahiyan Zozan Temir di nav koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê da xebitiye.
Temir dema bûyerên Kobaniyê di medyaya Ewropa û Amerîkayê da wek "Zozan Cûdiya 20 salî ya ji Qamişloya Sûriyeyê ye û di nav YPJyê da ye sond dixwe ku wê DEAŞê ji holê rakin" hatibû nîşandan.
Li gor agahiyên ewlehiyê ev rewş têkiliya PKK û PYD/YPGya rêxistina terorê eşkere dike û nîşan dide ji hêla raye, îdeolojî û endamtiyê va di nav hev da ne.