Haydar Şahin
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê rêyên gundan bi asfalta germ va çêdike.
Piştî ku Şaredar Cumalî Atîlla dest bi wezîfeyê kir ekîbên şaredariyê ji bo ku ji gel ra xizmetê bikin hewleke mezin didin.
Hedefa ekîban ew e ku hetanî dawiya salê 500 hezar ton asfalta germ bikişînin ser rêyên navenda bajêr û ji bo ku rêyên tax û gundan jî asfalt bikin dest bi xebatan kirin.

Ekîban 55 kîlometêre rêya Tekela Sîlvanê û Alatosun û Hacikoça Baxlarê bi asfalta germ va çêkirin û gelê taxan eleqeyeke mezin nîşanî ekîban da.
Haşîm Yagarê li Hendeka taxa Baxlarê dijî got ji ber ku rêya wan tê asfaltkirin zehf kêfxweş in.
Yagar got ku berê rêya wan zehf xirab bû, tengasî dikişandin û wiha axivî: "Ji ber ku rêya me çêkirin em ji Şaredariya bajarê Mezin ra sipas dikin. Berê di rê da kort û holp hebûn, wesayîtên me zirar didîtin. Şikur ji Xwedê ra niha tengasiya me ya rê nema."

- "Em ji şaredaria xwe razî ne"
Salîh Adiguzelê li Taxa Alatosunê dijî jî got ku henatî niha rêya tax û gundan bi asfatla germ nedihat çêkirin.
Adiguzel diyar kir ku piştî xebatan rêya wan zehf xweş bû û wiha pê da çû: "Rêyên me bi asfalta germ tên çêkirin. Ev cara ewil e ku em xizmeteke wiha dibînin. Em ji şaredariya xwe razî ne, ji bo xizmetan spas dikin."