Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Qada Bajêr ya ku ji hêla Şaredariya Mezin va hatiye çêkirin welatî bêhna xwe didin, zarok jî bi avê dilîzin.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya ku ji hêla Wezareta Navxweyî va qeyûm lê hatibû tayînkirin ji bilî xizmetên rojane xebatên cuda ên xêra wan digihîje welatiyan jî dike.
Şaredariyê li Peyasa taxa Kayapinarê li ser 70 hezar metre çargoşeyî meydaneke bi navê Qada Bajêr çêkir.
Gelê Diyarbekirê bi malbatên xwe va tên li vê meydanê û dema xwe xweş derbas dikin.
Zarok li vir duçerxiyan diajon, bi avê dilîzîn, di bin fiskiyeyên avê da hênik dibin.
Mehmet Baytarê bi malbata û xwesiya xwe ra hatiye meydanê ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand kurê wî li vir bi avê ra dilîze û wiha axivî: "Cara ewil e ez bi kurê xwe ra têm. Dema em ji malê derketin hinekî bifikar bû. Digot 'bavo ez nayêm sar e'. Niha jî ji avê dernakeve. Diyarbekir pir germ e, heta şev zarok li vir hênik dibin, ev tiştekî pir xweş e."
Sadik Butanriyê ku bi du zarokên xwe ra li meydanê dema xwe derbas dike jî got haya wî ji vê şahiya avê çêbûye.
Butanri anî ziman wî zarokên xwe aniye meydanê ku ew li vir bilîzin û got kurên wî pir bikêf in.
Ji zarokan Can Baytar kêfxweşiya xwe anî ziman û sipasiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê kir.
Zarokên din ên bi navê Efe Ozbudak, Denîz Aydin û Abdullah Acar jî behsa lîstikên xwe kirin û kêfxweşiyên xwe anîn ziman.