İbrahim Atmaca
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
ANKARA
Rekortmena noqav a dinyayê werzişvana neteweyî Şahîka Ercumen wê li Antartîkayê noqî nav avê bibe.
"Projeya li Antartîkayê Avakirina Baregeha Zanistê" ku di bin hîmayeya Serokomariyê, berpirsiyariya Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û kordînatoriya teknîkê ya Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Lêkolînkirina Cemserê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê da tê lidarxistin û Şahîka Ercumen wê ji bo projeyê here "parzemîna spî".
Werzişvana neteweyî wê di çarçoveya Seferên Zanistê ya Antartîk a 3yemîn a Neteweyî da dawiya meha rêbendanê da li Antartîkayê noqî binê avê bibe.
Şahîka wê bi keştiya lêkolînê va di nav 30î rojî da ji cemserê derbas bibe. Şahîkayê daxuyanî da û got ku ji ber şert û mercên dijwar wê demê li cem wê têlefon û înternet wê tunebe.