Fatih Gazioğlu
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê fêkiyên ku li baxçeyê xwe li malbatên mihtac belav dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariya bajarê mezin hat dayîn, şaredariya di kontrola muhendîsên zîraetê da li ser 200 donîm erdî ev demeke dirêj e rez û darên tirî, sêv, hinar, qeyisî û zeytûn çikandibûn.
Tîmên Serokatiya Daîreya Civakî û Çandê yên şaredariyê dest bi komkirina fêkiyan kir û hemû berhem yek û yek pakêt kirin.
Tîman paşê pakêt birin û çûn ber deriyê malbatên mihtac û ew fêkî li wan belav kirin.

Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Îmam Kati got ku wan li ser telîmata Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî dest bi belavkirina fêkiyan kiriye û wiha axivî:
"Niha berhevkirina hinaran dewam dike. Me fêkiyên din pakêt kirin û li malbatên mihtac belav kir. Beriya vê jî me qasî 7 ton û nîvek tirî li malbatên mihtac belav kiribû."