Haydar Şahin
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
GAZİANTEP
Li Gazîentaba lokomotîfa tûrîzma Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê piraniya "xaniyên Entabê" yên rêça Şerê Rizgariyê li ser in hatin restorekirin, ji xizmeta gel ra hatin vekirin.
Li Gazîentaba ji bo Şerê Rizgariyê ciyekî girîng e û bi çanda xwarinê va tevlî Tora Bajarên Jêhatî ya UNESCOyê kiribûn saziyên dîrokî yên bala tûrîstan dikişînin tên restorekirin. Bi dehan avahiyên berê wekî xirbeyan mabûn bi hevkariya gelek saziyan hatin restorekirin.
Piştî restorekirina avahiyên dîrokî Gazîentab tevlî rotaya tûrîstên xumalî û biyanî bû. Kuçeyên dîrokî yên Gazîentabê bûn kafe, otelên butîk, saziyên dewletê, muze û qadên xizmetê didin gel.
Serokê Daîreya Buroya Kontrol, Tetbîq û Parastinê ya Gazîentabê (KUDEB) Murat Gursel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo mîrata çandî ya Gazîentabê biparêzin û ji nifşên nû ra bihêlin rêyeke girîng meşiyan.
Gursel diyar kir ku ji bo vê her sal ji bo xebatan planên stratejîk amade dikin, avahiyên girîng û mînakên mîmariya sivîl restore kirin û ji xizmeta gel ra vekirin.
Gursel destnîşan kir ku di mijara restorekirina avahiyên dîrokîyên li Gazîentabê da şaredarî bi midûriyeta weqfan, saziyên eleqedar û xwediyê avahiyan ra dixebite û pêvajoyê sîstematîk dimeşîne û wiha axivî:.
"Piraniya xebatên me yên restorasyonê temam bûn. Em avahiyan bi restorasyonê nahêlin. Ji bo bikaranînên jî me xebat meşandin. Di vê çarçoveyê da hin avahiyên wekî muze, himam, otelên butîk, qehwexaneyên derva û xan hatibûn tescîlkirin jî li gor eslê xwe hatin restorekirin."
Gursel bal kişand ku ji sedî 90ê avahiyên çandî yên li bajêr hatin restorekirin û dest bi xizmetê kirin û wiha pê da çû:
"Di xebatên me da xêncî xebatên restorasyonê me avahiyên teze yên di navberê da dimînin jî li gor kuçeyê û avahiyên dîrokî xemilandin û ji bo wan proje çêkirin. Bi vî awayî avahiyên li kuçeyê jî li hev hatin."
Gursel destnîşan kir ku li bajêr 23 muze hene, di encama restorasyonên dewam dikin da jî pîlan dikin ku çend muzeyên din jî çêbikin."